Li Mêrdîn û navçeyên wê polîsan bi ser gelek malan de girtin

Piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê êrîş zêde bûn.
Desthilata faşîst ku di hilbijartinê de têk çû, dîsa bi girtin, kuştin, êşkenceyê dixwaze tola xwe hilîne.
Di vê çarçoveyê de gelek siyasetmedar, hunermend, rojnamevan hatin girtin.

Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de ku ev çend rojin li bakurê Kurdistan û Tirkiyê didome gelek kes hatin girtin.
Bi taybetî siyasetmedar, hunermend, rojnamevan a ku di nava civakê de xwedî bandor in hatin girtin.

Îro di danê sibehê de leşker û polîsan li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin.

Ev operasyonên hatine kirin bi îddaya “alîkarîdayîna rêxistinê” hatiye destpêkirin.

Li 5 bajaran serdegirtinên polîsan

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve tê meşandin de li Mêrsîn, Enqere, Antalya, Edene û Îzmîrê bi hemwext bi ser 28 deran de de hatiye girtin.

Ev yek jî bi îddaya “propagandaya rêxistinê” û “di aliyê madî de alîkarîdayîna girtiyan” hatiye destpêkirin.

Nûçegihana ajansa Mezopotamyayê jî hat girtin

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuz di serdegirtinên malan ên li Îzmîrê de hat girtin.

Hat destnîşankirin ku Akyuz di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê meşandî de hat girtin.

Hunermend Şêrko Kanîwar li balafirgeha Amedê hat binçavkirin

Her wiha hunermend û Koordînatorê Ma Musîcê Şêrko Kanîwar dema ji Almanya vedigeriya Amedê li Balafirgeha Amedê hat binçavkirin.

Şêrko Kanîwar jî di çarçoveya vê lêpirsînê de li balafirgehê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Dozger xwest 8 sal ceza li siyasetmedar Selma Irmak bê birîn

Dozger ji ber axaftinên siyasetmedar Selma Irmak ên derbarê texrîbkirina goristanan û teşhîrkirina cenazeyan de xwest ceza lê bê birîn.

Ji ber ku Irmak gotibû ev kiryar bi fermana Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan hatine kirin

bi îdiaya “biçûkxistina dewletê” û “heqareta li serokkomar” doz li 1’emîn a Dadgeha Ceza ya Asliye ya Amedê doz lê hat vekirin.

Dozger ango meqama îdiayê xwest ku ji 2 salan heya 8 salan ceza li li Irmak bê birîn.

Polîsên Tirkiyê êrişê ciwanên Kurd ê govend digirtin kir

Back to top button