Polîsên Tirkiyê êrişê ciwanên Kurd ê govend digirtin kir

Li Kadikoyê, Polîsên Tirkiyê êrîş bir ser ciwanên govend digirt, gule bera hewayê da û 4 ciwan bi êşkence binçavkirin.

Doh ciwanên kurd li Stenbolê ji xwe re kêleka behrê stranên kurdî vekiribûn govend digerandin.

Polîsên faşîst ê dewleta tirk a dagirker stranên kurdî tehmûl nekir û xwest ciwan stranên kurdî gûhdar nekin û govendê negrin.

Polîsên dagirker êrîş bir ser ciwanan, dest da ser hoparlora wan a stranan. Ciwanan ku bertek nîşan da, polîsan gaza îsotê li wan reşand.

Ku rageşî di nav polîs û ciwanan de çêbû, polîsek çek ji ber xwe derxist û gule bera hewayê dan.

Piştî ku polîs gule berdan hewayê ciwanan xwe ji cihê bûyerê dûr kir, lê polîsan da pey wan û qet nebe 4 ciwan binçav kirin.

Di wesayîta polîsan de êşkence li ciwanên kir û wan yek bi yek erdê dirêj kir û strana nîjadperest a gurênboz li wan da gûhdarkirin.

Kesên li derdorê, bertek nîşanê polîsan da.

Back to top button