Ciwanên Germiyanê piştgiriya xwe ji gelê Mexmûrê re ragihandin

Li Ranya û Germiyan piştgiriya ji bo berxwedana xelkê Wargeha Mexmûrê hat nîşan dan.

Ciwanên Germiyan jî ji bo piştgiriya Mexmûr daxuyanî dan.

Ciwanan diyar kir ku yek ji sedemên vê pîlanê binkeftina Erdogan a li hilbijartinên 14ê Gulanê ye.

Her wiha bi bîr xistin ku rejîma faşîst û qirker a Erdogan dixwaze li hember îradeya gelê kurd û rûmeta wî tune bike.

Ciwanan di dawiyê de wiha gotin: ”Em jî wek xelkê başûrê kurdistan dibêjîn em bi we re ne.”

Tara Hisên: Êrişa li ser wargehê cihê şermê ye

Back to top button