Balafireke Tirkiyê malek li Şengalê kir armanc

Balefireke bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker li gundê Xelef ê Şengalê li malek kir armanc.

Vê sibehê balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker li gundê Xelef ê li herêma Barê ya Şengalê li malekê da.

Weke hun li ser ekranê jî temaşe dikin maleke sivîlan e.

Derbarê encamên êrişê de heta niha ti agahî nehatin bidestxistin.

Her wiha 16 vê mehê jî dewleta Tirk li navçeya Xanesor ya Şengalê malek bombebaran kir.

Back to top button