Balafireke keşfê û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker, malek li navçeya Xanesora a Şengalê bombekirin.
Piştî bombebarana dewleta Tirk a dagirker li Xanesorê Lijnekeyeke Ewlekariyê ya girêdayî hêzên federal a Iraqê çû cihê bûyerê.
Li cihê bûyerê dest bi lêkolînkirinê kirin.
Bombe li maleke di dema înşaatê de ye ketiye û zirer daye malên derdorê jî.
Dewleta Tirk a dagirker navçeya Xanesorê a Şengalê bombebaran kir pic.twitter.com/qw5sgLR8ut
— Ronahi tv (@tvronahi) May 16, 2023