Xelata ‘Giglio d’oro’ ji bo şehîd Hevrîn Xelef hat dayîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Toscana ya Îtalyayê û Meclisa Bajêr di 15’ê Gulanê de Xelata ‘Giglio d’oro’ diyarî şehîd Hevrîn Xalef ku sembûla aştiyê ye kir Şaredariya Viyanayê jî ragihand ku wê navê taxeke bajar bikin bi navê Jîna Emînî.

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Toscana taskonî yê Dario Nardell a dariyo nêrdêla ya Îtalyayê bernameya bîranîn û xelatdayînê hate lidarxistin:

Komîteya Kurd a Toscana, Buroya Enformasyonê ya Roma, Heyva Sor a Kurdistanê ya Îtalyayê, Enternasiyonalîstên Îtalyê, dostên Kurdan, Rêxistinên Mirovî û Serbixwe, Komîteyên Arcî û Ampfî tevlî çalakiyê bûn.

Xelata ‘Giglio d’oro’ cîliyo doro piştî 10 sal cara yekemîn bi biryara Meclisa Bajêr û Serokê Şaredariya Toscanê, ji bo şehîd Hevrîn Xalef hate dayîn.

Hevrîn Xalef bi nasnameya xwe ya jin di qada siyaseta Kurd de bi awayek çalak cih girt:

Şehîd Hevrîn di 12’ê Cotmeha 2019’an de bi awayekî hovanê ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hate şehîdxistin.

Xelata ‘Giglio d’oro’ ku tê wateya kûlîlka sembola Floransayê, radestî xwişk û xwarziyê şehîd Hevrîn Xalef hate kirin.

Li ser kesayeta leheng a Hevrîn Xalef û Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinan ji cîhanê re bûye mînak axaftin hatin kirin.

Şaredariya Viyanayê navê Jîna Emînî da taxekê

Şaredariya paytexta Awûstûryayê Viyanayê wê navê Jîna Emînî ku bû sembola serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ li taxek ya bajar bike.

Şaredariya Viyana destnîşan kir ku wan ev biryar ji bo piştgiriya serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatî destpêkirin dane.

Rayedarên şaredariya Viyanayê eşkere kirin ku wê di demek nêz de vê biryarê pêşkêşî meclisa şaredariyê bikin.

Şêwirmenda serokê şaredariya Viyanayê û Endama Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûryayê Marina Hanke marîna ankê got: Bi armanca piştgiriya serhildanê gel a li Îranê ya bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ wê navê taxeke Viyana bikin Jîna Emînî.

Em weke bajarê Viyanayê ji bo em hevgirtina xwe nîşanî xwepêşenderên bi cesaret bidin, di şexsê Jîna Emîn de tevgera ku jinan dayî destpêkirin me xwest em di bajarê xwe de heta dawiyê cih bidinê.

Back to top button