Li Stenbolê 32 endamên HDP û Partiya Çepên Kesk hatin binçavkirin

Vê sibê polîsên dewleta dagirker li Stenbolê li ser gelek malan de girt û endam û rêveberên HDK, HDP û Partiya Çepên Kesk jî di nav de herî kêm 32 kes hatin binçavkirin.

Her ku hilbijartina 14’ê Gulanê nêz dibe rejîma faşîst a AKP-MHP’ê êrişên xwe yên qirkirina siyasî yên li dijî partiyên kurdî zêdetir dike.

Vê sibê polîsên dewleta dagirker li Stenbolê bi ser gelek malan de girt û endam û rêveberên HDK, HDP û Partiya Çepên Kesk jî di nav de herî kêm 32 kes hatin binçavkirin.

Kesên hatine binçavkirin taybet endamên HDP û Partiya Çepên Kesk ên navçeyên Stenbolê ne ku berbijêrên wê li wir xurt in.

Hate ragihandin ku kesên hatine binçavkirina li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê tên ragirtin û biryara veşartî danîne ser dosyeyên wan.

Xwendekarên Zanîngeha Odtû: Li dijî êrişan tekane rê berxwedan e

Li dijî van êrişên qirkirina siyasî Rêxistina Xwendekaran a Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTU) û rêxistina ciwanan bi daxuyaniyekê êriş şermezar kirin.

Parlamenterê Îzmîrê yê HDP’ê Mûrat Çepnî û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk a Enqereyê Metîn Kilinç beşdarî çalakiya li zanîngehê bûn.

“Êrişên qirkirina siyasî tirsa wan a têkçûn tê”

Xwendekara ODTU Dilara Canli daxûyanî xwend û got:, “Desthilatdarî kesên ku nikare serî bi wan bide tewandin, bi destê darazê hewl dide bêbandor bike.

Lê hewldanên wan vala ne.

Ev êrişên qirkirina siyasî, nîşaneyên çûyîna desthilata AKP’ê û MHP’ê ne.

Êrîşên wan ên li dijî çapemeniya azad û hiqûqnasan jî ji tirsa wan a darizandinê ye.

Kesên bindest di ferqê de ne, tenê bi têkoşînê dikarin vê desthilata faşîst têk bibin, em ê jî li hember desthilata faşîst têkoşana xwe bidomînin”

Ji 25’ê Nîsanê û vir ve di êrişên qirkirina siyasî yên li Amed, Enqere û Stenbolê de ji rojnamevan, hûnermed, parêzer, jin, ciwan û siyasetmedaran, 265 kes hatine binçavkirin.

Polîsên Tirk êrişî dayikên Şemiyê kirin, 25 kes hatin destgîrkirin

Back to top button