Heyva Sor a Kurd bi hevkariya endamên Şaredariyên Gel li Hesekê û Qamişlo pêngavên paqijkirinê da destpêkirin. Pêngav bi armanca piştgiriya karmendnên Şaredariyê û avabûna jîngehek paqij û dirûst pêk hat.
Nivîsgeh û komîteyên jinan ên Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Desteya Şaredariyan, ji bo paqijkirina kolanên bajêr û parastina jîngehê Pêngava paqijiyê da destpêkirin.
Li Hesekê, şêniyan li çerxerêya Kenîsê ya taxa Til Hecir dest bi paqijkirina kolanan kir.
Di xebata paqijiyê de endamên saziyên sivîl, Heyva Sor a Kurd û endam û karkerên şaredariyê beşdar bûn.
Her wiha li Qamişlo jî şêniyan ji çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst a li taxa Enteriyê, li navçeya Xerbî jî ji çerxerêya Osman Sebrî dest bi paqijkirina kolanan kir.
Li ser mijarê hevseroka Heyva Sor a Kurd a Hesekê Xunav Ehmed aixvî û got: “Em dixwazin destekê bidin kedkar û karkerên kedê ji bo paqijiya bajar û bedewiya wê didin.”