Iraq dixwaze wargehên penaberan yên li Başûrê Kurdistanê bigre

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand Hikûmeta Iraqê hewl dide hemû penaberên di wargehên Herêma Kurdistanê de vegerînin ser malên wan.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê Elî Ebas bi daxuyaniyekê ragihand ku Hikûmeta Iraqê hewl dide hemû wargehên penaberan yên li Başûrê Kurdistanê ku bi giştî 37 hezar kes têde hene, bigre.

Elî Ebas diyar kir ku ji bo vê pêngavê hinek astenîgiyên weke aborî, ewlekarî û nebûna xizmetguzariyê heye.

Hêjayî gotinê ye hê bi hezaran penaberên ji Şengalê di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê de li wargehên Başûrê Kurdistanê bicih bûne, hene.

Lê PDK rê nade penaber vegerin Şengalê û astengiyê ji wan re çêdike.

Back to top button