Li dijî şewitandina Quranê ji NATO û Amarîka bertek

Şewitandina Qurana pîroz li Swêdê, rastî bertekên tund tên.
Sekreterê Giştî yê NATO Stoltenberg ev yek weke kiryareke nebaş binav kir.
Amerîka jî îşaret bi provakasyonê dike.
Hemwextî vê, tevî ewqas welatên misilman, şewitandina Quranê li ber balyozxaneya Tirkiyê balkêş e.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ji Televîzyona Welt a Almanî re axivî û diyar kir ku ew şewitandina Qur’anê ya li Swêdê “nebaş” dibîne.

Stoltenberg anî ziman ku divê Tirkiye vê yekê neke hinceta neerêkirina wê ya ji bo endamtiya NATO.

Stoltenberg diyar kir ku “azadiya derbirînê li Swêd û hemû welatên din ên NATOyê destkeftiyeke bi qîmet e”.

Stoltenberg çalakiya li ber Sefaretxaneya Tirk a li Stockholmê weke rengekî protestoyî ya “nebaş” pênase kir û bal kişand li ser hevkariya Enqereyê ya di nîqaşên endamtiya NATO’yê de û got:

Divê pêvajoya erêkirina protokolên têkildar di metreyên dawî de têk neçe.

Stoltenberg bi bîr xist ku endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ji 30 welatan di parlementoya 28’an de hatiye erêkirin û wiha dewam kir:

“Bêguman ez her du hevalbendên me yên mayî Tirkiye û Macarîstanê vedixwînim ku di parlementoya xwe de lez bidin erêkirina endamtiya van welatan.”

Erdogan ji bo karanîna bûyera şewitandina Quranê kar dike

Ya diyar ev bûyer tam li gorî dilê rejîma AKP/MHP’ê ye.

Şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogane piştî civîna Wezîran got:

Bila Swêd piştî vê bûyerê li bendê nemîne ku endamtiya wê ya NATO were erêkirin.

Di demekê ku rejîma AKP/MHP li ber têkçûnê ye, Erdogan vê bûyerê bikar tîne.

Amerîka îşaret bi provakasyonê dike

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price jî têkildarî mijarê di daxuyaniya çapemeniya rojane de axivî.

Price diyar kir ku ev kiryar dikare bibe sabotajek ku bi mebesta bandorek neyînî li ser pêvajoya endamtiya Swêd û Fînlandiya ya bo NATOyê.

Price wiha got:

“Şewitandina pirtûkên ku ji bo gelek kesan pîroz in karekî pir bêhurmetî ye.”

Price, da zanîn ku ev kiryar karê provokatorekî ye ku “dibe ku bi zanabûn hatibe xwestin ku di navbera Tirkiye û Swêd yên, du hevkarên wan ên nêzîk de, aloziyê çêke.”

Back to top button