Dayika Şehîd Delal Şoreş a ku di êrişên çekên kîmyewî de şehîd bibû Emîne dibêje keça wê karek xerab nekir û ew şanaziyê pê dike. Li hember vî sûcê dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê li ser piya ye. Li Ranya, Germiyan û Mexmûr jî çalakî hatin lidarxistin û banga sekna li hember sûcên Tirkiyê hat kirin.
Ji roja ragihandina şehadeta 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî û gelê Kurd li her derê li ser piyan e.
Çalakî û bertekên xelkê Başûrê Kurdistan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî jî hîna dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanên Têkoşer li navçeya Ranya çalakiyek li dar xist.
Bi dehan ji şêniyên navçeyê tevli çalakiyê bûn û nerazîbûnên xwe li dijî bikaranîna çekên kîmyewî nîşan da.
Di çalakiyê de Çalakvan Seyîd Xalid axivî bêdengiya cîhanê li hember sûcên Tirkiyê şermezar kir.
Partî û rêxistinên Germiyanê daxuyaniyek da
Li Kelarê jî nûnerên partî û rêxistinên Germiyanê derbarê mijarê de çalakî li darxistin û têde daxuyaniyek da.
Û xwestin ku gelê Kurd dijminê xwe baş nas bike û ji bo bidestxistina mafê xwe li hember dagirkeran rabe.
Ciwanên Germiyanê li dijî ”Çekên kîmyewî” meşiyan
Ciwanên Welatparêz ên li heman navçeyê li dijî karanîna çekên kîmyawî daketin qadan û meşek li dar xistin.
çend saniyan dîmenê meşê bidin
Di çalakiyê de ciwanan daxuyaniyek dan û têde diyar kirin ku ew ê rê nedin kîmyabarana Helebce û enfal dubare bibin.
Dayika Ş. Delal: Keça min karek xirab nekir
Dayika Şehîd Delal Şoreş, Emîne dibêje ”Keça min riya xwe hilbijart û karek xerab nekir. Şanaziyê pê dikim.”
Ji bo 17 Gerîlayên şehîd li Mexmûrê mewlûd hat dayîn
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî ji bo her 17 gerîlayên şehîd mewlûd hat dayîn.