NY’ê ji bo koçberên li ser sînorê Tunis û Lîbyayê banga lezgîn kir

Neteweyên Yekbûyî ji bo koçberên ku bi hefteyan e li ser sînorên Tunis yên nêzî Lîbya û Cezayîrê asê mane, banga ‘çareseriya lezgîn’ kir.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin ev trajedî bila bisekine.

Saziyan diyar kirin ew ji tendirustî û ewlekariya bi sedan kesan, bi fikar in.

Di 3’ê Tîrmehê de ji ber ku kesekî ji Tunisê di lêdanekê de jiyana xwe ji dest dabû, koçberên ji Afrqayê careke din hatin koçberkirin.

Rêxistinên civakî diyar kirin ku koçber û penaber li qadên çolê yên nêzî sînorên Lîbya û Cezayîrê ne û terkî qedera xwe hatine kirin.

Ev koçber nikarin xwarin û vexwarinê bi dest bixin û li çolê bêçare ne.

Li gorî Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ji serê meha Tîrmehê û heta niha polîsên Tunisê nêzî 1200 kesên ji Afrîqayê koçberî herêmên sînor ên Lîbya û Cezayîrê kirine.

Li peravên Tunisê cenzayê 901 koçberî hatiye derxistin

Back to top button