Leşkerên dewleta Tirk li şewitandina Çiyayê Cudî mikur tên

Li herêmên Cûdî û Besta yên Şirnexê Leşkerên Tirk li xwe mikur tên ku li Çiyayê Cudî bi zanebûn bi daristanê xistine

Di dîmenan de tê dîtin ku leşkerên Tirk qadên hatine şewitandin nîşan didin û bi kêfxweşî qala sûcê xwe dikin.

Nehate tespîtkirin ku dîmen kîngê û ji kîjan qereqolê hatine kişandin lê leşkerên ku dîmenan qeyd dikin, li xwe mikur tên ku daristan ji aliyê wan ve hatiye şewitandin.

Ji van dîmenan jî diyar dibe ku daristanên li herêmên din ên Kurdistanê jî ji aliyê leşkeran ve bi hinceta ‘operasyonê’ tê şewitandin.

Çend roj berê leşkeran daristana li gundê Sorbitme û Gera Mihetê ya nêzî Çiyayê Cûdî jî şewitandibûn.

Ev 5 roje şewata çiyayê cûdî didome.

Back to top button