Qeter-Kupaya Cîhanê 2022

Kupaya Cîhanê ku yek ji pêşbaziyên spora futbolê ya mezin e, piştî 2 rojan destpê dike.
Maça pêşî ya kubayê wê di navbera tîmên Qeter û Ekuadorê pêk were.

Tevahiya 28 rojan , wê çavê bi mîlyaran kesî li ser Kupaya Cîhanê be.

Pêşbaziya fotbulê di navbera 20’ê Mijdar û 18’ê Kanûnê de li Qeterê pêk tê.

Berevajî kupayên beriya niha, ji roja pêşî ya diyarkirina cihê pêşbaziyê, Qeter he bû navenda nerazîbûnên tûnd.

Ji qedexekirina ketina hemcînsan bigrin, heta bikaranîna bi deh hezaran kesî mîna koleyan.

Wê bihêle ku rêjeya tevlîbûn welatiyên cîhanî kêm be.

Mijareke din a bû cihê nerazîbûnan jî rewşa hewayê ya li welat e.

Maça pêşî ya Kupaya Cîhanê Qeter-Ekuador

Lewma ji ber germahiya zêde, Kupaya Cîhanê li şêna Hezîranê, Mijdarê destpê dike.

Di nava ewqas nerazîbûnan de Kupa piştî 2 rojan bi maça Qeter û Ekuadorê destpê dike.

Bi giştî tîmên 32 welatan beşdarî pêşbaziyê dibin.

Û ji wan herdû tîmên herî serkeftî 18’ê Kanûnê di maça fînalê de tîne pêşberî hev.

Back to top button