Şêx Mistefa Hemşo: Em li hember êrişan bi QSD’ê re ne

Rûspyên eşîrên Reqayê li dijî êrişên dewleta Tirk ku zarok tê de dibin qurban, bertekên tund nîşan dan.
Rûspiyan li hember her cure êrişan piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan dan û banga qedexekirina ezmanê herêmê li ber balafiriyên Tirkiyê kirin.

Rûspiyên herêmê yên hemû pêkhateyan bi yekdengî êrişên dewleta Tirk red dikin û peyama berxwedanê didin.

Ji wan, rûspiyên eşîrên Reqayê êrişên dawî yên dewleta Tirk şermezar kirin û piştgirya xwe ya bi QSD’ê re nîşan dan.

Rûspiyê eşîra Bûxemîs, Şêx Mistefa Hemşo anî ziman ku dewleta Tirk sivîlan di êrişên xwe de dike armanc.

Artêşa Tirk di êrişên xwe yên li ser herêmê de sivîlan dike armanc.

Êrişên wan ên bêserûber nîşaneya pirsgirêkên wan ên navxweyî ye.

Rûspî Mistefa Hemşo li hember êrişan piştgiriya xwe ya bi QSD’ê û Rêveberiya Xweser re nîşan da.

Li hember êrişan em bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê re ne.

Ji ber ku Rêveberiya Xweser karîbû herêmên me aram bike û azadiyê bide me.

Eger ne ji QSD’ê ba, wê tu kesî ev aramiya niha li herêmê, nedîtiba.

Eger ne ji QSD’ê ba me nikarîba li ser vê xakê wiha bijîn.

Dawiyê Rûspiyê eşîra Bûxemîs Mistefa Hemşo bang li cîhanê kir ku Rêveberiya Xweser nas bikin û êrişên Tirkiyê li dijî herêmê rawestînin.

Şêx Ibrahîm Kurdo: Tirkiye zarokan dike armanc

Her wiha Serokeşîrê Şedadê şêx Ibrahîm Kurdo jî bi tundî êrişên dewleta Tirk a qirker şermezar kirin.

Ibrahîm Kurdo diyar kir ku armanca dewleta Tirk xerakirina Sûriyê ye û tekez kir ew ê rê nedin ev yek pêk were.

Tirkiye dixwaze me ji hev qut bike.

Lê em hemû pêkhate li herêmê bi hev re dijîn.

Tirkiye dixwaze Sûriyê xera bike, lê em ê nehêlin bighêje armancên xwe.

Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin.

Şêx Ibrahîm Kurdo bang li Rûsya û Amerîka kir ku ezmanê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî li ber balafirên dewleta Tirkiyê bigire.

Erdogan rojane zarokên di himbêza dayikên xwe de dikuje.

Temenê wan ancax dighêje 6 salan.

Di nava cihê xwe de ne, wan dikuje.

Ma van zarokan çi jê kirine, gunehê wan çi ye?

Ez bang li dewletên mezin dikim ku van balafiran bisekinînin û êrişên Tirkiyê rawestînin.

Back to top button