Rêveberiya Xweser îdiayên Rûsyayê red kirin û teqezî bi diyalogê kir

Rêveberiya Xweser piştrast kir ku ji bo pêkanîna aramiyê li Sûriyê ew amade ye bi hemû aliyan re diyalogê pêk bîne û bang li Rûsyayê kir ku roleke erênî di diyaloga li gel hikumeta Şamê de bilîze û îdiayên ne-rast wek karteke siyasî bi kar neyne.

Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de ev tişt got:

Cîgirê wezîrê karên derve û wezîrê karên derve yên Rûsyayê gotin, rêveberiyê ji ber Washingtonê qebûl nake diyalogê bi hikumeta Şamê re bike û Rêveberiya Xweser bi projeyeke cuda-xwaz bi nav kir.

Lê rêveberiyê destnîşan kir ku ew berê, niha û her tim ji bo diyalogê li gel tevahî aliyan, amade ye.

Rêveberiyê têkildarî îdiayên Wezareta Derve ya Rûsyayê got:

Em îdiayên Wezareta Derve ya Rûsyayê red dikin ji ber ku ew ji rastiya rewşê dûr in.

Nexasim ew berî çend saetan ji lidarxistina civîna Astana hatin dayîn. Ji bo me, dema dayîna daxuyaniyan, gumanan çêdike.

Dibe ku ev di çarçoveya razîkirina aliyên din ên Astanayê de bin û afirandina, fikirandineke dijberî Rêveberiya Xweser e

Rêveberiyê dawiyê got:

Em xwedî projeyeke sûriyeyî ya demokratîk in, hêvî dikin ku Rûsya, li şûna ku me bi tawanên ne-rast tawanbar bike, roleke erênî û girîng di diyaloga li gel hikumeta Şamê de bilîze.

Mîna van daxuyaniyan, êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê rewa dike.

Jina têkoşer Lêman Şiwêş heta dawiyê di xizmeta gelê xwe de bû

Back to top button