4’emîn Festîvala Aştiyê ya zarokatiyê dest pê kir

4’emîn Festîvala Aştiyê ya Zarokatiyê bi dirûşma “Kenê me ji me re vegerînin” li Tebqayê dest pê kir.

Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên leşkerî, partî, Rêveberiya jinan, ciwan û bi sedan zarok û malbatên wan di roja 1’emîn a festîvalê de hazir bûn.

Di festîvalê de berhemên zarokan hatin pêşandan.

Paşê dayîka zaroka bi navê Lîmar Mihemed hat xelatkirin ku di encama qezeya trafîkê de sala borî jiyana xwe ji dest da bû.

Her weha kesên ku axivîn, destpêkirina festîvalê pîroz kir û got:

Festival, yek ji berhemên binavûdeng ên zarokan in ku di salên borî de ji ber şer û koçberiyê êş kişandin e.

Çalakiyên hunerî ku di navbera zarokan de li dar kevin, têkiliyên wan xurttir dike.

Bi rêya wê dikarin çanda xwe bi xwe pêş bixin.

Hat gotin, lidarxistina çalakiyan, fişarên derûnî yên li ser zarokan sivik dike, sûdê li zarokan dike ku behreyên xwe pêş bixe û pêşan bidin.

Di roja yekemîn a festîvalê de, berhemên hunerî ji aliyê komên Navenda Çandê ya Tebqayê ve hatin pêşandan.

Hêjayî gotinê ye ku Festival wê 4 rojan dewam bike.

Back to top button