Çeteyan 14 kesên din ji Efrînê revandin-HAT NÛKIRIN

Li Efrîna dagirkirî çeteyên dewleta Tirk her roj welatiyan direvînin û aqûbeta kesên tê revandin jî nayê zanîn.
Herî dawî çeteyan serokê eşîrê Bobena ya Efrînê û 14 kesên din revandin û birin ciheke ne dîyar.

Li Efrînê, ji roja ku ji alîyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, sûc û hovîtî lê bi dawî nabe.

Heya niha bi sedan kes ji alîyê çeteyan ve hatine revandin û hîn ji wan hatine kuştin û aqûbeta gelekan jî nayê zanîn.

Li gorî Çavderîya Mafê Mirovan ya Sûrîyê çeteyên dewleta Tirk ji gundê Îska yê navçeya Şêrewa ya Efrîna dagirkirî jin jî di nav de 14 sivîl revandin.

Navê kesên hatine revandin wiha ye:

Mihmed Elî Osman , Hesen Îbo Îbiş ,

Bekir Nûrî Berekat, Selha Nûrî Selha ,

Fadil Ebdulrehman, Welîd Hayder Mamo,

Mesûd Îbrahîm Mamo, Ednan Omer Îbo,

Cemal Mihmed Alo, Ehmed Macid Remo,

Hesen Samî Bazur, Binefş Omer Îbiş,

Esûm Omer Îbiş û Bişûr Sibhî.

Çeteyan êrişî mala serokê eşîra Bobena Faris El- Şêx kir û ew revandin

Li alîyê din Navenda Çavderîya Mafê Mirovan a Sûrîyê ragihand ku çeteyên Cebhe El-Şamîye êrişî mala serokê eşîra Bobana ya Efrînê kir û malên wan dorpêç kirin.

Hat dîyar kirin di êrişê de kurê Şêx û gelek endamên eşîrê birîndar bû ne.

Hat diyar kirin çeteyan Faris El-Şêx revandin û birin ciheke ne dîyar.

Her wiha çeteyên koma bi navê Firqeya Hemzat duh 50 serî pezên şivanekî dizîn û îşkence li şivan kirin.

Back to top button