Girtiyekî Efrînî piştî tê berdan behsa êşkenceya li girtîgehên çeteyan dike

Kesên ku rojane li Efrînê tên girtin, di girtîgehan de rastî hemû cureyên êşkenceyê tên. Herî dawî ciwanekî Efrînî ku 3 sal û 8 mehan di van girtîgehan de ma behsa salên xwe yên tijî êş û zehmetî dike. Ev ciwan dibêje li girtîgeha ev lê nêzî 10 kesan ji ber vê êşkenceyê jiyana xwe ji dest da. Ne tenê ev, dibêje ji ber sûcên çeteyan ên derexlaqî du jinan agir bi canê xwe xist û yekê ji wan jiyana xwe ji dest da.

Ji ber êşkenceya zêde, mirov jiyana xwe ji dest didin..

Ev ne li her deverê, li Efrînê û bi taybet li girtîgehên çeteyên dewleta Tirk, çêdibe.

Di girtîgehên çeteyên dewleta Tirk ên li Efrînê de, girtî rastî her cure êşkence tên û di encam de mirov jiyana xwe ji dest didin

Çîroka ciwanekî Efrînê ku berî 3 sal û 8 mehan tê girtin û zextên ku vedibêje, vê gotinê piştras dikin..

Vî ciwanê 25 salî ku ji ber ewlehiyê navê xwe eşkere nekir, dibêje:

“Destpêkê 27 rojan li girtîgeha Kilisê mam û tê de gelek êşkence li min kirin.

Di van rojan de tevahî cureyên êşkenceya giran, kehrebekirin jî di nav de, li min dikirin.

Bi saetan daliqandî dihiştim û ev jî bû sedem ku ji milê xwe yê rastê ve astendar bibim.”

Piştî 27 rojên tijî êşkence ev ciwan ji girtîgeha bi navê Furqan a li bajarokê Raî yê herêma Ezazê re tê veguhestin.

Û li wir pêvajoyeke nû ya êşkenceyê dest pê dike û salekê di hucreyeke biçûk de tê hiştin.

Ciwanê Efrînî eşkere kir ku di êşkenceya çeteyan de destê wî yê çepê jî hat şikandin û got:

”10 girtiyan piştî salekê di hucreyê de jiyana xwe ji dest da.”

Vî ciwanî da zanîn ku li kêleka hucreya wan hucreyeke din ku tê de 35 jinên Kurd ên ji Efrînê lê diman, hebû û ev got:

Ji ber êşkenceya giran û sûcên derexlaqî yên çeteyan du jinan agir bi canê xwe xist. Jinekê jiyana xwe ji dest da û ya din jî rakirin nexweşxaneyên Tirkiyê .”

Ev ciwan, piştî 3 û 5 mehan ji êşkence û lêpirsîna rojane çete wî li beramberî 8 mîlyon L.S serbst tê berdan..

Piştî tê berdan, berê xwe dide Şehbayê û nêzî hefteyekê ye li gundekî wê bi cih bûye.

Back to top button