Polîsên AKP’ê avahiya HDP’ê ya Edîrneyê dorpêç kir

Îro Meşa Demokrasiyê ya li dijî derbeya AKP’ê ya HDP’ê destpê dike. Ji roja despêkirina amadekariyên ji bo meşê hewldanên astengiyên rêjîma faşîst ya AKP’ê jî dewam dikn. Îro jî avahiyên HDP’ê yên bajarên Edîrne û Colemêrgê ku wê meş lê bên destêkirin ji aliyên polîsan de hatine dorpêçkirin.

HDP’ê, piştî demek dirêj amadekariyan îro dihat payîn ku îro li dijî darbeyê dest bi meşa demokrasiyê a dirêj bike. Meş wê li bajarên Edîrne û Colemêrgê ber bi Eneqereyê ve bihata destpêkirin.
Lê hat ragihandin ku avahiyên HDP’ê yên li her du bajaran ji aliyên polîsan de hatine dorpêçkirin û destûr nayê dayîn ku meş bê destpêkirin.

Meş ji Stenbolê ber bi sîlîvriyê jî hat destpêkirin

Meşa Demokrasiyê ya HDP’ê li Stenbolê jî bi 36 wesayîtan ber bi Sîlîvriyê ve hate destpêkirin.

Polîsan li Stenbolê jî meş asteng kirin, êrîş kirin û 5 kes binçav kirin.

Back to top button