KCD: Divê civaka navneteweyî li dijî êrîşan bêdeng nemîne

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî têkildarî êrîşa li ser kampa Mexmûrê daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li gelê Kurd kir ku li hemberî êrîşan bibin yek. KCD’ê diyar kir ku yek ji armanca êrîşê ewe ku meşa demokrasiyê ya HDP’ê provoke bike.

Di daxuyaniya KCD’ê de wiha hat gotin:

“Roja ku meş hate destpêkirin diyar e ku kî alîgirê şer û mirinê ye û kî jî alîgirê aştî û jiyanê ye.

Ji ber vê jî meşa HDP’ê heta ku bigihêje armanca xwe divê bidome.

Her wiha bombebarankirina warên sivîlan û kampên penaberan ên di bin statuya Neteweyên Yekbûyî de, sûc e.

KCD’ê bang li rêxistinên demokratîk û civaka navneteweyî kir ku li hemberî êrîş û faşîzma AKP’ê bêdeng nemînin.

Back to top button