Serokê şandeya hikumeta Şamê ku tevli danûstandinên Astanayê bûye got: “Divê encamên civînê li ser esasê pejirandina Tirkiye ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê be.
Daxuyaniyê wê yên derbarê serdestiya Sûriye û yekitiya wê de, bi dewamiya dagirkirina axa Sûriyê re nakok in.
Li gorî SANA’ê serokê şandeya hikumeta Şamê, cîgirê wezîrê karên derve û penabaran a hikumeta Şamê, Eymen Sosan di civîna navbera cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran, hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de axivî û got:
Divê encamên civînê li ser esasê pejirandina Tirkiye ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê be.
Divê vekişîn bi rastî dest pê bike û li gorî dem-nameyeke zelal û gavên diyarker be.
Sosan wiha domand:
Piştî vê, wê demê dikarin mijarên din ên girêdayî vegera penaberan, têkoşîna li dijî terorê û têkiliyên di navbera her du welatan de, dest pê bibin.
Li gorî ajansê, Sosan diyar kiriye ku daxuyaniyên Tirkiye yên têkildarî serdestiya Sûriye û yekitiya wê, bi dewamiya dagirkirina axa Sûriyê re nakok in û li dijî qanûna navneteweyî ye.
Danûstandinên Astanayê dê 2 rojan dewam bikin.