Civîna 4 alî ya Astanayê destpêkir

Civîna çaralî ya Astanayê ku bi rojeva Sûrî dicive li paytexta Qazakîstanê Astanayê destpêkir.
Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov beriya hevdîtina li Astanayê girt, pesnê dagirkeriya Tirk da û Kurd û Rêveberiya Xweser tawanbar kirin.

Ev 20 civînê ji bo aloziya Sûriyê Rûsya, Tirkiye û hikûmeta şamê dicivin, herî dawî 3 Nîsanê de Îran jî di vê civînê de cihê xwe girt û ev civîn bû ya 4 çar alî.

Civîn 20’emîn wê di 20-21’ê hezîranê pêk bê.

Roja ewil a civînê di asta rûniştinên dualî de destpêkir.

Îro Cîgirê wezîrê karên derve yê Îran û Tirkiyê bicivin piştre jî wê bi Yên Rûsya û hikûmeta şamê re rûnên.

Wê sibê jî civîna esasî ya çar aliyan pêk bê.

Mikhail Bogdanov piştgiriya Tirkiyê kir û Rêveberiya Xweser tawanbar kir

Beriya civînê Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov beriya hevdîtina li Astanayê girt, pesnê dagirkeriya Tirk da û Kurd û Rêveberiya Xweser tawanbar kirin.

Mikhail Bogdanûv Mikhail Bogdanov anî ziman ku Amerîka bi çareserkirina pirsgirêka Kurdên li Sûriyeyê re eleqedar nabe û nahêle Kurd bi Şamê re dan û standinan bikin.

Bogdanov bi vê îdiaya xwe bangên domdar ên Rêveberiya Xweser ên ji bo diyalogên navxweyî û beyannameya wê ya çareseriyê, paşguh dike.

Bogdanov daxuyand ku hêzên DYA’yê li herêmên aborî yên girîng ên li rojhilatê Firatê ne ku petrol û jêderên xwezayî yên girîng lê hene.

Bogdanov bi vê yekê dixwaze bibêje ku behermên Sûriyeyê têne dizîn.

Lê Rêveberiya Xweser di beynnameya xwe de teqez kir ku ev berhem milkê tevahî gelê Sûriyeyê ye.

Bogdanov, Kurd û Rêveberiya Xweser bi parçkirina xaka Sûriyeyê tawanbar kirin û got: “Hêzên Amerîkayê destekê didin Rêveberiya Xweser a Kurdan a ku li dijî yekitiya xaka Sûriyeyê ye. Ev yek qet nayê qebûlkirin.”

Daxuyaniya rayedarê rûs wekî piştevaniya bi dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê re ye, lew re Moskove di nava hewldanan de ye da ku her du aliyan li hev bîne.

Hêzên navborî bi civîna bi navê astanayê ve dixwazin li ser hesabê gelên li Sûrî projeyên xwe bi cih bînin.

Back to top button