Keskîn Bayindir: Siyaseta Tirkiyê xetimî ye, çareserî di destê Ocalan de ye

Keskîn Bayindir bal kişand li ser fikr û ramanên Rêber Apo û got:
“Birêz Ocalan ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên bingehîn ên li Tirkiyê, xwedî çareseriyên pir xurt e”

Dewleta Tirk a dagirker ji ber polîtîkayên xwe yên tecrîdê taybet di şexsê Rêber Apo de li ser giştî civaka li Tirkiyê tecrîdek giran dimeşîne û ev yek dewletê aniyê ber xitimandinê

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Keskîn Bayindir ji Ajansa Mezopotamya re axivî.

Keskîn Bayindir diyar kir ku hilbijartinê kodên xitimandina siyaseta Tirkiyê da nîşandan û got:

“Fikrên birêz Ocalan ku ji bo çareseriyê pêşkêş dike dikare civakek dubendî ji holê rake. Divê rêyên diyalogê bên vekirin.”

“Di şexsê birêz Ocalan civak bi giştî di tecrîdê de ye”

Keskîn Bayindir bal kişand ser şert û mercên Rêber Apo û ev tişt anî ziman:

“Birêz Ocalan ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên bingehîn ên li Tirkiyê, xwedî çareseriyên pir xurt û realîste.

Bersiva hikûmeta AKP-MHP’ê û dewletê hin zêdetir înkar, zext, tundî û kûrkirina pergala tecrîda Îmraliyê bû.

Îro di şexsê birêz Ocalan de li Tirkiyê fikra çareseriya pirsgirêkên bingehîn di bin dorpêçê de ye û li Îmraliyê tê tecrîdkirin.

Polîtîkaya înkar û tundiyê ya ku tê xwestin bi vê yekê were meşandin heye.

Desthilatdariyê bi tecrîda ku bi kêrî gelan nayê Tirkiyeyê aniye ber têkbirinê.

Bayindir: Çareserî di fikirê birêz Ocalan de ye

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku pêşniyazên çareseriyê di fikir û nirxandinên Rêber Apo de veşartiye û wiha got:

“Di roja me ya îro de cîhekî ku ev siyaseta înkar, îmha, çewisandin û tundiyê ya hem hikûmet û hem jî ya dewletê ku wê civakê rizgar bike cih jê re nîne.

Pêşniyazên çareseriyê yên ku dikare Tirkiyê ji tengaviyê, xitimandinê û siyaseta dubendiya civakê xelas bike,

din bin perspektîfên çareseriyê, fikir û nirxandinên birêz Ocalan de veşartî ne.”

Ciwanên Kurd li Almanya bi çalakiyek tecrîd şermezar kirin

Back to top button