59 nivîskar û Rojnamevan piştgirî dan HDP’ê

59 Rojnamevan, akademîsyen û nivîskarên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî bi belavokekê piştgirî dan HDP’ê.
Di belavokê de bang li desthilata AKP’ê hat kirin ku dev ji polîtîkayên zextê berde.

Li dijî êrîşên li ser Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê li seranserî Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê piştgiriya bi HDP’ê re roj bi roj mezin dibe.

59 Rojnamevan, nivîskar û akademîsyenan li dijî qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê belavok belav kirin û piştgiriya xwe bi HDP’ê re nîşandan..

Belavok bi sernavê ‘Banga ji bo demokrasî û edaletê’ hate weşandin.

Di belavokê de ev tişt hate diyarkirin, “Em ji rojên dijwar derbas dibin. Ji aliyekî ve pandemî, ji aliyekî ve pirsgirêkên ekonomîk û polîtîk ên ku her roj kûr dibe, dahatûya me tê reşkirin. Rojnamevan, hiqûqnas, xebatkarên tendirustiyê, akademîsyen û siyasetmedar ji ber ku li dijî desthilatdariyê mûxalif in zext li wan tê kirin. Pê re jî aloziyên bi welatên cîran re, wekî malzemeya siyaseta navxweyî tê bikaranîn.”

Di belavokê de hat diyar kirin ku hevşaredar, siyasetmedar, endamên HDP’ê bi hinceta ‘Protestoyên Kobanê’ yên şeş sal berê û gelek mûxalifên din hatin binçavkirin û bang li desthilatdariyê hat kirin ku dev ji van polîtîkayên zextê berdin û wiha hat gotin,

“Bi van zextan dahatû tê reşkirin. Divê hemû rewşenbîr û siyasetmedarên hatine girtin serbest werin berdan. Em nivîskar ligel evqas tarîtiyê jî hêviya xwe winda nakin. Ji bo azadî û demokrasiyê em xwedî li îro û sibêya xwe derdikevin.”

Back to top button