Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Meriî El-Hesen hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên Minbicê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Meriî El-Hesen li goristana şehîdan spart axê.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Meriî El-Hesen dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Minbicê piştî wergirtina cenazeyê şehîd ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan nû kirin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd di nava slogan û tilîliyên dayikan de hat veşartin.

Back to top button