Parlementerên HDP’ê: Çalakiya me û meşa ber bi Îmraliyê ve dibe yek

Parlementerên HDP’ê ku tevî îro 32 rojan li dijî tecridê Nobeta Edaletê digirtin, bi dawi kirin.

Parlamenter Sarûhan Olûç, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Alî Kenanoglû, Mûazzez Orhan, Kemal Bulbul, Abdullah Koç, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Ayşe Surucu, Kemal Pekoz, Ridvan Tûran û Huseyîn Kaçmaz tevlî nobetê bûbûn.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç di çalakiyê de axivî.

Olûç got: “Nobeda edaletê 21’ê Kanûna 2022’an bi meşa ji meclisê ber bi Wezareta Edaletê ve des pêkir.

Em îro nobetê bi dawî dikin. Sedema vê çalakiyê jî wekî ku her kes dizane tecrîda giran a li Îmraliyê ye.

Bi çalakiyê, me xwest ku Wezareta Edaletê dawî li bêdengiya xwe bîne.

Olûç têkidarî meşa ber bi îmralîyê ve jî wiha got;

“Ji 6’ê Sibatê û pê ve em ê dest bi meşa ‘Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin’ dikin.

Meş ji Gever û Qoserê dest pê bike.

Olûç: Divê wezareta edaletê bersiv bide da ku parêzer hevdîtinan bikin

Saruhan Oluç dawiyê bang li Wezareta Edelatê kir ku bersivê bide ser-lêdanan, ku parêzer karibin hevdîtinan bikin.”

Back to top button