Siyasetmedarê Îtalî Acerbo: Komplo bi hevkariya herî xirab pêk hat

Siyasetmedarê îtalî Maurizio Acerbo da zanîn ku Abdullah Ocalan alternatîfek rasteqîn e û divê raya giştî ya cîhanê bo azadiya Ocalan biqîre.

Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku tê de 36 hiqûqnas, rojnamevan û akademîsyenên ji 7 welatên cuda hene, li dijî tecrîdê kom bûbûn.

Endamên Delegasyonê, piştî hevdîtinên pêk anîn, binpêkirinên mafan ên li Tirkiye di foruman de nirxandibûn.

Sekreterê Netewî yê Partiya Rizgariya Jinûve Komunist Maurizio Acerbo yê ji Îtalyayê ku di Delegasyonê de cih digirt, têkildarî tecrîdê nirxandin kirin.

Siyasetmedarê îtalî Acerbo diyar kir komplo bi hevkariya heri xirab di navbera Amerika, Italya, Ewrupa, Tirkiyê de pêk hatiye.

Acerbo: Divê welatên Ewrupayê li dijî tecrîdê biqîrin

Acerbo destnîşan kir ku fikrên Abdullah Ocalan li cîhanê belav bûye û paradîgmayên nû afirandiye û got: ”Divê raya giştî ya cîhanê, Ewropa û welatê min Îtalya ji bo azadiya Ocalan û bidawîkirina tecrîdê biqîrin.

Pêwîstîya me bi gotinên Ocalan heye. Li gorî min divê gelên Tirkiyê zextê li îqtidarê bikin da ku tecrîd bi dawî bibe.’

Back to top button