Bi sedan şêniyên bajarê Tirbêspiyê cenzayê Endamê HPC’ê Sebrî Şêxo oxir kir.
Şênîyên Tirbêspiyê, partiyên sîyasî û saziyên Rêveberiya Xweser li goristana şehîd Dilşêr ya gundê dugirê, beşdarê merasimê bun.
Di merasîmê de, kesên axivîn weha gotin: “Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan hewl dide gelê Kurd qir bike.
Ji bo wê pêwîste hemû pêkhateyên herêmê xwe berpirsiyarî vê civakê bibînin û li dijî komployan destkeftiyên xwe biparêzin.”
Pêdivî bi yekitiyê û sekna li hember êrişên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd heye.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestkirina malbatê hat kirin.
Dawiya cenzeyê şehîd di nav dirûşmeyan de hat oxirkirin.