John Bolton: Erdogan xwest bi rêya Trump li ser doza Halkbankê bigre lê encam negirt

Şêwirmendê berê yê Ewlehiya Netewî yê Amerîka John Bolton diyar kir ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan di her hevdîtinên xwe yê bi Donald Trump de, ji Trump dixwast ku dawî li lêpirsîna Halkbank bîne.
Bolton diyar kir ku ji ber doza Halkbankê di demên dawî de navbera Erdogan û Trump xira bû.

Şêwirmendê berê yê Ewlehiya Netewî yê Amerîka John Bolton ji kovara Spîegel a
Almanyayê re axivî.

Joh Bolton diyar kir ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan di her hevdîtinên xwe yê bi Donald Trump de, ji Trump dixwast ku dawî li lêpirsîna Halkbank bîne.

Bolton dazanîn ku Erdogan ji ber têkiliyên xwe yên şexsî bi Trump re di wê baweriyê de bû ku bê tawîz, wê pirsgirêka Halkbankê çareser bike û got:

Lê wisa nebû tiştên ku Erdogan xwest pêk nehat. Ev yek jî hişt ku dîyalogên di navbera Trump û Erdogan xira bibe.

Sala borî New York Times jî bi nûçeyekê van hewildanên Erdogan piştrast kiribû.

New York Times’ê diyar kiribû ku Trump bi rêka serdozger Geoffrey S. Berman xwstiye li ser dozê bigre lê encam negirtiye.

Hefteya destpêkê ya meha Adarê doza Halkbankê wê pêk bê, tê payîn derbarê doza Halkbankê de biryar were dayîn.

Spîgel di nûçeya xwe de diyar kir ku bi rûdana senaryoya herî nebaş, îhtîmal heye ku 20 millyar dolar ceza li banka Tirkiyê were birîn û bang li pergala navneteweyî ya SWIFT a bankan were derxistin.

Halkbank bankekî Tirkiyêyê, yek ser girêdayî desthilata Erdogan e. Erdogan bi rêka vê bankayê cezayê Amerîkayê ya li ser Îranê binpêkir û gelek pereyên reş liser vê bangê xist xada navdewletî.

 

Back to top button