Pompeo li ser vegera li peymana nûkleerî ya bi Îranê re Biden hişyar kir

Rêveberya berê ya Amerîka, ji nêzbûna rêveberiya welat ya ji Îranê re bifikare.
Wezîrê Karê Derve yê DYA yê berê Pompeo hewildanên vegera Biden ya ji peymana nûkleerî ya bi Îranê re bi bobelatê binav kir û got:
Tê xuyakirin ku rêveberiya Biden ber bi rêya razîkirina Îranê ve diçe.
Ev ji bo DYA û herêmê wê bixwere bobelatê bêne.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê jî diyar kir ku dibe li pişt hedefgirtina keştiya wan Îran hebe.

Rêveberiya serokê DYA yê berê Donald Trump ji polîtîkayên hikumeta nû ya welat bi fikare.

Wezîrê Karê Derve yê DYA yê berê Mike Pompeo di organîzasyona îsal ku li eyaleta Florîda ya ji bo Komarparêzan da rexenyên tund li Rêveberiya Joe Biden kir.

Pompeo diyar kir ku daxwaza vegera Biden ya li peymanê bi serê xwe şatiyeke mezine.

Tişta tê xuyakirin Biden ber bi rêya razikirina Îranê ve diçe.

Ev ji bo DYA û welatên herêmê wê felaketek be.

Li ser rexneyên ku ger cezayan li dijî Îranê ferz bikin wê şer derbikeve jî ev tişt anî ziman:

Me ceza li ser Îranê ferz kir lê şer pêk nehat.

Dema me sefaretxaneya xwe ji Tel Evîv veguhest Qudusê jî gotin wê şer pêk were.

Lê pêk nehat.

Heta dawî me berjewendiyên DYA û Îsraîlê pêk anî û ti şer jî çênebû.

Îsraîl ji teqîna keştiya xwe ya li kendavê Îran berpirsyar dît

Bi qasî rêveberiya berê ya Amerîka, Îsraîl jî ji nêzbûna Biden ya ji Îranê re acize.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz jî îdia kir ku dibe tiliya Îranê di teqîna keştiya wan ya li Kendavê de hebe.

Benny Gantz bi rêya Dezgeha Çapemeniya Giştî ya welat daxuyaniyek da û got:

Îran dixwaze xelkê Îsraîl û sîstema wê bike hedef.

Teqîna keştiya me ya li nêzî Îranê vê yekê dide xuyakirin ku li pişt bûyerê Îran heye.

Ev nêrîna min ya kesî ye.

Têkildarî teqînê lêkolînek berfireh tê meşandin.

Back to top button