Lîderên YE li rêyên çareseriya krîza enerjiyê digerin

Bi hatina demsala zivistanê re, krîza enerjiyê di nava Ewropayê de aloziyê zêde dike.
Lîderên YE careke din di lûtkeyê de wê li ser vê mijarê rawestin.
Armanca pêşniyareke hevpar ya ji bo kêmkirina nirxê enerjî û diyarkirina sînorekê jêre ye.
Di demekî ku Rûsya ji ber êrişên wê yên li dijî Ukrayna hate şermezarkirin de, li dijî Îranê jî ceza hatin ferzkirin.

Serokên dewlet û hikûmetên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) wê îro li Brukselê civiyan.

Serokên YE wê du rojan rêyên derketina ji krîza enerjiyê ya ku ji ber şerê Ukraynayê derketiye gotûbêj bikin.

Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel ji bo lîderên 27 welatên yekîtiyê vexwendnameyek şand.

Michel di nameyê banga lihevkirinê li lîderan kir û got:

Divê bi lezgînî bicivin.

Di lûtkeyê de wê pêşniyarên Seroka Komîsyona YE Ursula von der Leyen ên ji bo kêmkirina bihayê enerjiyê bên nirxandin.

Di nava pêşniyarên von der Leyen de amadekirina pakêta alîkariyê ya heta 40 mîlyar euroyî ji butçeya Yekîtiya Ewropayê heye.

Tê pêşbînîkirin ku malên kêm-dahat û şîrketên piçûk û navîn ên ku bi zêdebûna bihayê enerjiyê re têdikoşin, ji vê pakêtê sûd werbigirin.

Kirîna hevpar a gaza xwezayî jî di rojevê de ye

Pêşniyara din a von der Leyen jî kirîna hevpar a gaza xwezayî ya di nava yekîtiyê de ye.

Di çarçoveya pêşnûmeyê de tê plankirin ku beşdariya welatên endam di kirîna hevpar a gaza xwezayî de qismî mecbûrî be.

Li gorî agahiyên ku AFP’ê ji derdorên hikumeta Alman bi dest xistiye, rêveberiya Berlînê peyamê dide ku ji her du pêşniyaran re vekirî ye.

Banga Serokwezîrê Alman Olaf Scholz ya ji bo YE’yê ku pereyên di butçeyê de mane ji bo krîza enerjiyê bi kar bînine jî hate bibîrxistin.

Lê Berlîn pêşniyara lîderan ya hatina gelhev û kirîna gazê şaş dibîne.

Her wiha di lûtkeyê de wê bihayê herî bilind yê gaza xwezayî jî were nîqaşkirin.

Rûsya hat şermezarkirin û li dijî Îranê ceza

Her çiqas rêberên YE di lêgerîna çareseriya krîza enerjiyê de xwedî nêrînên cuda bin jî, li hemberî Rûsyayê heman helwestê dişopînin.

Li gorî pêşnûmeya daxuyaniyê ya ku piştî lûtkeyê bê weşandin, hat diyarkirin ku ji ber armanckirina sivîl û binesaziya Ukrayna, welatên yekîtiyê Rûsya şermezar dike.

Di lûtkeya ku wê sibe bi dawî bibe de, tê çaverêkirin ku biryarek ji bo sepandina cezayên zêde li dijî Îranê bê dayîn.

Berdevkê Yekîtiya Ewropayê got, “delîl” hene ku balafirên bêpîlot ên kamikaze yên ku Rûsyayê li Ukraynayê bi kar tîne li Îranê hatine çêkirin.

Back to top button