“Jin, Jiyan Azadî”

Diruşmeyên “Jin, Jiyan Azadî” rejîma Tehranê ditirsîne.
Girtin, binçavkirin û kuştinê jî nekarî dengê xwepêşandêran qut bike.
Di roja 32’an de li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan pêk hatin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê jî ragihand ku heta niha 215 kes hatine kuştin.
Di vê navberê de Wezîrên Karên Derve yên jin ên 14 welatan ji bo piştevaniya jinên li Îranê dicivin.

Duh di roja 32’yan de li Sine, Kirmaşan, Mehabat, Bokan, Seqiz, Dêwlan, Kamîran, Direşarê Îlam û gelek navêndin ên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan û nerazîbûn hebûn.

Xwepêşandan di roja 32’an de jî pêk hatin

Ciwanan bi dirûşmeyan û pêxistina agir, nerazîbûna xwe ya li hemberî desthilatdariyê destnîşan kirin.

Xwendekaran û mamostayên zanîngehan li hinek zanîngehan neçûn dewamê û zextên rejîma Îranê ya li ser xwepêşanderan şeremzar kirin.

Xameneyî xwepêşandêr weke dijminê welat pênase kir

Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamneyî duh di peyamek xwe de careke din gef xwar û diyar kir ku her tişta bibe sedema girtina zanîngehan destek dayîna dijminê welate.

Li Tehran, Meşhed, Qehirîcan, Esfehan, Ehwaz, Erak, Sawe, Gewherdeştî, Kerec û gelek navendin ên Îranê çalakiyên nerazîbûnê hebûn.

Di xwepêşandanan de dirûşmeyên, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Ji dîkdatoriyê re na” berz dikirin.

Herwiha greva karkerên sektora petrolê jî berdewam dike.

Heta niha 215 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê heta niha di xwepêşandan de 215 kes hatine kuştin û gelek kes hatine binçavkirin.

Wezîrên jin yên karên derve ji bo Jîna Emînî dicivin

Ji Wezîrên Karên Derve yên Jin jî ji bo xwepêşandanên li Îranê piştevanî derket.

Kanada dê civîneke wezîrên derve yên jin li dar bixe da ku li ser bersivdana tund a li dijî xwepêşandanên Mahsa Emînî li Îranê biaxivin.

Wezîra Derve ya Kanadayê Melanie Joy got ku ew û 14 wezîrên derve yên jin dê bi rêya vîdyokonferansê bicivin.

Joy da zanîn ku, di civînê de rewşa jinan û mafên mirovan li Îranê û rêyên zêdekirina alîkariyên komî bo gelê Îranê wê bên gotûbêjkirin.

Joy diyar kir ku ew û hempîşeyên xwe wê peyameke zelal bidin ku divê rejîma Îran zexta li ser jinê, tundî û kuştinê bidawî bike.

Ji welatên wekî Almanya, Şîlî, Zelanda Nû û Norwêcê wê wezîrên jin beşdarî civîna Kanadayê bibin.

Welatên din ên ku tê payîn beşdar bibin Albanya, Andorra, Komara Afrîkaya Navîn, Îzlanda, Kosova, Lîbya, Lîchtenstein, Mongolya ne.

Back to top button