ÇETE BI BIHANEYA EYDANIYA CEJNÊ BACAN LI SER ŞÊNIYAN FERZ DIKE

Li rex revandina sivîlan a bênavber ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirk ve, bi buhaneya Cejna Qurbanê çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî 200 dolar li ser şêniyan ferz dikin.

Kirinên der-mirovî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkerî dewam dikin.

Ev kirin di rojên cejnê de asta wan bilind bûye û hemû qanûnên navdewletî û exlaqî derbas kirine.

Çavkaniyên ji hundirê Efrînê ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk ên bi navê Emşat li gundê Alkana û Xelîl ên navçeya Cindirîsê bi buhaneya Cejna Qurbanê ji her malbatekê 50 hezar lîreyên Sûrî xwest.

Her wiha çeteyan li gundên Bêlê û Qizl Başa yên navçeya Bilbilê jî 200 dolar li ser her malbatekê bac ferz kir.

ÇETEYÊN DEWLETA TIRK 3 JI MALBATEKÊ, 5 SIVÎL REVANDIN

Revandina sivîlan jî bênavber ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirk ve dewam dike.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku çeteyên bi navê Sultan Murad sivîlê bi navê Fuad Alî yê 37 salî ji navçeya Bilbilê revand û ber bi zindana bajarê Îzazê ve bir.

Çeteyan ji bo berdana wî jî pere xwestine.

Li gundê Bilîlko yê navçeya Reco jî çeteyên dagirkeriya Tirkiyê

Mihemed Ehmed 50 salî

Şikrî Ehmed 75 salî

Ehmed Ehmed 32 salî yên ji malbatekê revandin.

Çeteyên bi navê Ehrar El-li gundê Kûrzêlê yê navçeya Şêrewayê sivîlê bi navê Ednan Nasir yê 57 salî revand û heta niha çarenûsa wî nediyar e.

 

 

Leave a Reply

Back to top button