Çeteyên ji Ebdulqadir Hemo perçe bûne êrîşî mala wî kirin

Hate ragihandin ku duh êvarê çeteyên ji serçeteyê Dîfa Wetenî Ebduhqadir Hemo parçe bûne, êriş mala Hemo ya li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê kirin.

Li gor çavkaniyan, piştî ku hikumeta Şamê êriş mala serçeteyê Dîfa Wetenî Ebdulqadir Hemo ya li çaroşeya ewlehiyê kir, hêzên ewlehiya leşkerî yên hikumeta Şamê, hewl dane bi serçeteyê Dîfa Wetenî re diyalogê bikin.

Çavkaniyek bi bîr xist ku diyalog bi bin ket, ji ber ku Ebdulqadir Hemo qebûl nekir xwe teslîm bike.

Heta niha aloziya di navbera çete û komikên hikûmeta Şamê de didome.

Hesekê-Di pevçûnên çeteyên Dîfa El Wetenî û hêzên hikumeta Şamê de 7 welatî birîndar bûn

Back to top button