
Koordînasyona KJK’ê bang li gelê Kurd kir ku li hemberî xiyaneta PDK’ê û malbata Barzanî helwesteke şênber nîşan bidin, berxwedanê mezin bikin û pêngava yekîtiya neteweyî xurt bikin.
KJK’ê got: “Ev yek wê bibe bersiva herî mezin.”
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê-KJK’ê êrişa li ser Nûnertiya Başûr a KNK’ê û Balafirgeha Erbetê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
KJK’ê êriş şermezar kir û got:
“Li Hewlêrê di 18’ê Îlonê de êriş li ser Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya KNK’ê hate kirin û di encamê de hevalê Denîz Cevdet Bulbun şehîd bû.
Divê bê zanîn ku em ê van êrişan bi ti awayî qebûl nakin.
Bi mezinkirina têkoşîna xwe ya li dijî xiyanet û qirkeriya faşîst em ê hesab bipirsin.”
KJK: PDK hevkariyê ji vî sûcê qirkirinê re dike
KJK’ê diyar kir ku êrişa li ser balafirgeha li Silêmaniyeyê bi hevkariya PDK’ê pêkhatiye û ev nirxandin kir:
“Êrişên ku di nava çend rojan de ji Rojava heta bi Şengalê, Bradostê, Silêmaniye û Hewlêrê hatin kirin ji ber xiyaneta PDK’ê ye.
PDK û malbata Barzanî li dijî nasname û neteweya xwe hevkariyê ji vî sûcê qirkirinê re dikin.
Divê gelê me û jinên Kurd xeta PDK’ê ya ku li dijî gelê xwe xiyanetê dike li hemberî vê helwestê nîşan bide.
Li dijî teslîmiyet û xiyanetê dem dema berxwedan û serketinê ye.”
KJK: Divê rayedarên Iraqê helwestê nîşan bidin
KJK’ê daxuyakirin ku armanceke din a van êrişan jî gelên Iraqê ye û wuha berdewam kir:
“Heman sûcê şer li dijî gelên Iraqê jî tê kirin.
Dixwazin ku li Kerkûkê, Şengalê, Mexmûrê, Silêmaniyeyê û Hewlêrê provokasyonan biafirînin.
Girîng e rayedarên dewleta Iraqê, bi esasî jî gelên Iraqê vê plana kûr bibînin û helwestê nîşan bidin.”
KJK: Divê em li dijî xiyanetê xeta têkoşînê mezin bikin
Li dijî xiyanet PDK’ê KJK’ê herî dawî ev bang kir:
“Li dijî faşîzma dewleta Tirk û PDK’ê ku weke hevkar li ser xeta xiyanetê dimeşe, divê em jin bibêjin ‘rawest e’ û têkoşîna xwe mezin bikin.
Di serî de jinên Kurd em bang li hêzên Kurdistanî hemûyan dikin ku li ser xeta berxwedanê têkoşînê û yekîtiya Kurdistanî ya azad mezin bikin.”