Qubat Talebanî: Divê sînorek ji dagirkeriya Tirkiyê re were danîn

Cîgirê Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Qubad Talebanî, Serokê YNK’ê Bafil Talabanî ji Hikûmeta Iraqê û Koalîsyona Navnetewî û Yekitiya Ewropa xwest ku sînorek ji dagirkriya tirkiyê re daynin.
Endamên KNK’ê jî diyar kirin ku bi êrişa li ser Ofîsa wan ve yekîtya kurdan hatiye armanc girtin,

Dewleta Tirk a dagirker ji xwe mikûr hat ku êrişa li balafirxaneya çandiniyê ya Erbetê pêkaniye û diyar kir ku hêzên dijberê wan li wê balafirgehê hatiye armanc girtin.

Cîgirê Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Qubad Talebanî derbarê mijarê bi nûnerê YE re civiya.

Qubad Talebanî bi tundî hinceta dewleta Tirk red kir û ragihand ku şehîd û birîndarên êrişa balafirxaneya çandiniyê ya Erbetê hemû pêşmergeyên qehreman yên Kurdistanê ne û endamên Hêzên Dijî Terora Kurdistanê ne û got:

“Ji bilî hêzên Dijî Terora Kurdistanê tu hêzeke din li cihê êriş li ser hatî kirin, nebû.

Ev êrişe bûyereke metirsîdare û li wê derê hêzeke fermî ya Iraq û Kurdistanê hatiye hedefgirtin ku ew jî Dijî Terora Kurdistanê ye.

Dij Terora Kurdistanê hêzeke serek Koalîsyona li dijî terorê şer dike ye.”

Herwiha Talebanî da zanîn ku divê Hikûmeta Iraqê û Koalîsyona Navnetewî û Yekitiya Ewropa ji bo parastina serweriya Iraqê sînorek ji dewleta Tirk a dagirkr re daynin.

Nûnerê YE’yê jî bi tundî êrişa li ser balafirxaneya çandiniyê ya Erbetê şermezar kir û xwest ku êrişên wiha careke din dubare nebin.

“Bi êrişa li ser KNK’ê re yekîtiya Kurdan hatiye armancgirtin”

Endamê KNK’ê Şukrula Hemedemîn jî diyar kir ku armanc ji êrîşa li ser avahiya KNK’ê perçekirina gelê Kurd e .

Şukrula got: “Ev kiryara terorîstî ya li dijî Denîz Cevdet ji bo aliyên siyasî û destkeftiyên gelê Kurd hişyariyeke metirsîdar e.

Her wiha parstina jiyana welatiyan erkê hêzên emnîye.”

Şukrula Hemedemîn di dawiyê de banga darizandina kujeran kir.

Endamê KNK’ê Çeto Biranetî jî êrişa hewlêrê şermezar kir û got:

“KNK hertim ji bo yekrêziya gelê Kurd kar dike, lewra ji aliyê dagirkeran ve bûye hedef. Ji bo vala derxistina vê planê em yekîtiya xwe ava bikin.”

Bafil Talabanî û Nûrî Malikî li bexdayê civiyan

Back to top button