
Li Hesekê ji ber şerê navbera çeteyên Dîfa El-Wetenî û komika bi navê “El-Hecanê” jinek û 3 zarokên wê birîndar bûn.
Li Çargoşeya Ewlehiyê ya Hesekê di navbera komkikên girêdayî hikumeta Şamê û çeteyên Dîfa El Wetenî de şer heye.
Ji ber wê, topek li maleke taxa Xiwêran a Hesekê ket, di encamê de jinek û 3 zarokên wê birîndar bûn.
ANHA’yê ragihand ku topek li maleke taxa Xiwêran a Hesekê ketiye û ew top ji çargoşeya ewlehiyê derketiye.
Di encamê de dayikek tevî 3 zarokên xwe birîndar bûn û niha li Nexweşxaneya Wetenî têne dermankirin.
Navên birîndaran wiha ne;
Dayik Ferdûs El Tawîl (25), zarokên wê; Dawûd Ehmed El Salim (2), Melek Ehmed El Salim (4) û Necim Ehmed El Salim (5).
Li gor kadroyên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Wetenî ya Hesekê, rewşa 3 birîndaran baş e û Dawûdê 2 salî, ji ber parçeyên di zikê xwe de, jê re niştergerî tê kirin.