Malbatên Şehîdan: Radestkirina Harûn karekî bê exlaq e

Malbatên şehîdan radestkirina Harûn Elbak ji dewleta Tirk re bi karekî bê exlaqî bi nav kir. 

Mihemed El Şêx, bavê şehîd Ibrahîm El Şêx radestkirina Harûn ji dewleta Tirk re şermezar kir û got:

”Harûn jiyana xwe di oxira azadiya gel û welatê xwe de borand. Radestkirina wî karekî bê exlaq e.

El Şêx banga yekitiya tevahî pêkhateyan û bilindkirina asta têkoşîna li hember zilm û desthilatdariyê kir.

Her wiha banga cezakirina kesên ku gerîla Harûn radest kirine jî kir.

Xwişka şehîd Ehmed XelÎl, Hind Xelîl jî radestkirina Harûn şermezar kir û ev yek bi sûcekî dûrî mirovahiyê bi nav kir.

Hind bang li tevahî aliyên ku parastina mafên bindestan dikin kir ku ji bo azadkirina Harûn, destwerdanê bikin.

Back to top button