Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kirin.
Welatiyê bi navê Raşid El Xenam diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji 40 salan ve ji bo aştiyê dixebite û got:
“Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin zilma herî mezin e. Mafê her girtiyekî heye ku parêzer û malbata xwe bibîne.
Lê belê Rêber Apo ji vî mafî jî bêpar maye. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirjer roj bi roj tecrîdê li ser wî girantit dike.”
Welatiya bi navê Efer Ebas a ji navçeya Til Hemîsê derbarê mijarê de axivî û ev tişt anî ziman:
”Piştî pratîkkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan êdî jin bûn xwedî rol û di hemû qadên leşkerî û sivîl de beşdar bûn.”
Welatiyê bi navê Sayêl Casim jî bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku li hember doza Rêber Apo bi erka xwe rabin.
Û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku tecrîdê bi dawî bike.



