Xelkê navçeya Ranyayê û Derbendîxan ên Başûr li dijî balefirgeha Silêmaniyê daketin qadan.
Xelkê wir êriş şermezarkirin û banga cezakirin dewleta Tirk kirin.
7’ê Nîsanê dewleta Tirk êrişî Silêmaniya Başûrê Kurdistanê kir.
Û balefirgeha Silêmaniyê kir armanca êrişa xwe.
Yê hatibû armanckirin fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî bû.
Lê êriş vale derket.
Li hember vê gelek daxuyanî derketin û bertek hatin nîşan dan.
Destpêkê YNK’ê nerazîbûnek tund nîşanî êrişê da.
Piştre jî xelkê Başûrê daketin qadan û dest bi çalakiyan kirin.
Di vê derbarê de li navçeya Ranyayê ya Başûr çalakî hat lidarxistin.
Gelek kesayet, mamoste, çalakvan û welatiyên navçeyê beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de daxuyaniyek hat dayîn û têde êriş hat şermezarkirin.
Di daxuyaniyê har gotin ku ev êriş binpêkirina yasayên herêmî û navdewletî ne.
Her wiha bang li civaka navdewletî hat kirin ku li hember van êrişan bêdeng nemînin.
Dawiyê, ji hikûmeta Başûr hat xwestin ku rûmeta gelê Kurd û Kurdistanê biparêzin.
Welatiyên Derbendîxana Başûr êriş şermezar kirin
Bi heman armancê welatiyên Derbendîxana Başûr jî daketin qadan û daxuyanî dan.
Welatiyan diyar kirin ku êrişa li dijî Silêmaniyê li dijî hemû gelê Kurd e.
Her wiha anîn ziman ku divê li hember van êrişan yekîtiyan Kurdan bê avakirin.