Îro dê li navçeya Kelar, Ranya û Derbendîxanê li dijî êrişa li ser balafirgeha Silêmaniyê xwepêşandan werin lidarxistin.
Banga tevlêbûna çalakiyan li gel hat kirin.
Kesyat û rewşenbîran derbarê vê yekê daxwiyaniyek dan..
Tê de bang li xelkê navçeya Kelar, Derbendîxan û Ranyayê hat kirin .
Ku îro tev li xwepêşandanên li dijî êrişa dewleta Tirk a li ser balefirgeha Silêmaniyê bibin.
Di daxuyaniyên de hat gotin ku êrişên dewleta Tirk binpêkirinên eşkere yên li ser xak û kerameta xelkê Kurdistanê ne.
Li gorî daxuyaniyan cih û dema xwepêşandanan wiha ye:
Kelar
Parka li rex Geraca Şehîdan, saet di 16:00`an de.
Ranya
Baxê Giştî, saet di 16:00`an de
Derbendîxan
li ber Çayxaneya Çandî, saet di 16:00`an de.