Komîteya Tenduristiyê ya herêma Efrînê di nava xebatê de ye

Komîteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê alavên pîvana germahiya laş li kampan û nuqteyên tenduristiyê belav kir.

Her wiha Şaredariya Gel jî li kantonê dest bi pêngava paqijkirinê kir.

 

Xebatên ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsa Corona li Rojava dewam dike.

Komîteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê alavên pîvana herareta laş li hemû kamp û nuqteyên tenduristiyê yên li kantona Şebayê belav kirin.

Hevseroka Komîteya Tenduristiyê Hêvîn Hisên anî ziman ku heta niha ev vîrûs li ser tu kesî nehatiye tesbîtkirin, lê tevî wê jî ew tedabîran digirin.

Hêvîn diyar kir ku wan dest bi pêngava hişyarkirinê kiriye û belavok Ii komînên li kantona Şehbayê belav kirine.

Her wiha li nuqteyên tenduristiyê tenê rewşên xeternak pêşwazî dikin.

Desteyê alavên pîvana germahiyê jî li her 5 kampan û nexweşxaneyê belav kirin.

Bivî awayî jî deste hewildide beriya sivîl derbasî kampê bibin germahiya wan bipêve.

Der barê plansaziya pêş de Hêvîn Hisên destnîşan kir ku ew amadekariyên pêngavên hişyarkirinê û semînerên têkildarî awayê parastina ji vîrusê dikin.

Di heman demê de wê jimara destşokên li deveran û nexasim li kampan zêde bikin û madeyên paqijkirinê belav bikin.

Hevseroka Komîteya Tenduristiyê Hêvîn Hisên di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku kombûna çênekin û hişyarbin.

Di heman çarçoveyê de îro Şaredariya Gel a Herêma Efrînê dest bi pêngava paqijkirina dibistanan, mizgeftan, komîn û meclisan kir.

Li gel vê yekê jî bi armanca parastina tenduristiyê giştî bergiriyên pêwîst girtine.

Li Kobanê jî desteya tenduristiyê li ser bendên Kontrolê alavên pîvana herareta laş danîne.

Back to top button