Murad Karayilan: Dixwazin Kurdan ji Rojava derxînin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyarkir ku gel bi şêwazê ser erd û biner, bi şêwazê şerêgelê şoreşgerî û bi mayîna li ser axa xwe wê dagirkeriya Tirkiyê têk bibe.
Karayilan bang li Rêveberiya Xweser kir ku li dijî êrişên Tirkiyê şêwazê gerîla ji xwe re esas bigrin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan di berdewamiya nirxandinê xwe de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî jî nirxand.

Mûrad Karayilan diyarkir ku dewleta Tirk ti çarçoveya polîtîka xwe ya qirkirinê de dixwaz kurdan li Rojava derxîne.

“Dewleta Tirk li dijî hemû pêkhateyên herêmê ye”

Karayilan di berdewamiya axaftina xwe de diyarkir ku ne tenê kurd gelên din ê heremê jî di hedefê de ne.

“Ev siyaset li dijî Kurdan hemûyan e”

Karayilan diyarkir ku êrişa li dijî rojava li dijî hemû perçê din ê kurdistanê ye, ger dagirker di rojava de biserbikevin wê statûya perçê din jî têk biçe.

“Bila Rojava sûdê ji tecrûbeya Gerîla werbigire”

Karayilan şêwazê gerîla ji bo hêzên Bakur û Rojhilatê Sûrî mînak nîşanda û got..

“Gel bi mayîna li ser axa xwe wê dijmin têk bibe”

Di dawî de Karayilan bang li hemû gelên heremê kir ku li ser axa xwe bimînin û bi şêwazê şerêgelê şoreşgerî dagirkeriyê têk bibin.

Back to top button