Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku xebatên avakirina yekrêziya Kurdî di atmosfereke erênî de didomin û spasiya rêveberiya herêma Başûrê Kurdistanê kir.
Mazlûm Ebdî li ser hisabê xwe yê tiwîtter têkilarî xebatên yekrêziya Kurdî got:
Xebatên avakirina yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di atmosfereke erênî de didomin.
Ebdî ji bo helwesta herêma Başûrê Kurdistanê jî, spasiya Rêvberiya herêmê kir û got:
Di rojên pêş de wê gavên avakirina baweriyê bên avêtin û helwesta erênî ya Rêveberiya herêma Başûrê Kurdistanê cihê rêzê ye.