Bêtirî 11 hezar ceza li ser Rûsya hat ferzkirin

Ji roja despêkirina êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna û heta niha bêtirî 11 hezar ceza li ser Moskow hatine ferzkirin.
Amerîka bi rêya 1,948’an cezayên li ser Rûsya ferzkirî cihê xwe di rêza yekem de digre.
Bi cezayên nû re jimara tevahî cezayên li ser Rûsya hatîn ferzkirin 14 hezar derbas kiriye.

Di sala yekem a Şerê Rûsya û Ukrayna de, Rûsya ji welatên wekî Îran, Sûriye û Koreya Bakur derbas bû û bû welatê herî zêde ceza li ser hatiye ferzkirin.

Di nava salek ya êrişên Rûsya li ser Ukraynayê de welatên rojava li pey hev ceza ser Rûsyayê ferz kirin.

Ev yek jî bi armanca Moskow di warê aborî de têk biçe pêk tên.

Bi dewamiya êrîşan re, bi demê re qada cezayan berfirehtir bû.

Ceza di gelek warên weke darayî, enerjî, veguhestin, ragihandin, teknolojî, otomobîl, werzîş û bazirganiyê de hatin spandin.

Li gorî daneyên şopandina cezayên cîhanî Castellum.ai, ji 22ê Sibata 2022’an ve 11 hezar û 327 cezayên nû li Rûsyayê hatine sepandin.

Hejmara tevaya cezayên ku ji beriya şer ve li ser Rûsyayê hatine sepandin gihîştiye 14 hezar û 22an.

Bi vê hejmarê Rûsya, ji Îran a bi 4 hezar û 268 cezayan, Sûriyê 2 hezar û 643 û Koreya Bakur a 2 hezar û 133 ceza li ser hatiye ferzkirin derbas kir.

Amerîka welatê herî zêde ceza li ser Rûsya ferz kirî ye

Ji 22’ê Sibata 2022’an ve welatê u herî zêde li dijî Rûsyayê ceza ferz kirî Amerîka ye.

Amerîka heta niha 1948 ceza li dijî Rûsya ferz kirine.

Piştî wê Swîsre bi hezar û 782, Kanada hezar û 590, Îngilîstan hezar û 429, Yekîtiya Ewropayê (YE) hezar û 390 cezayan tên.

Her wiha ji van 9 hezar û 117 ceza li ser kesayet, 2 hezar û 90 rêxistin, 96 keştî û 24 jî balafiran hatine sepandin.

Di 21’ê Sibata 2022’an de, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin biryarnameya ku tê gotin desthilatdariya cudaxwazên alîgirên Rûsyayê li rojhilatê Ukraynayê nas dike, îmze kir.

Li hember vê biryara Putin, welatên rojavayî ji 22ê Sibata 2022’an ve dest bi ragihandina yekemîn cezayên xwe yên li dijî Rûsyayê kirin.

24’ê Sibata 2022’an de Serokê Rûsyayê Putin ragihand ku wan dest bi operasyoneke leşkerî ya taybet li Donbas a li rojhilatê Ukraynayê kiriye.

Bi destpêkirina fermî ya êrîşa li ser Ukraynayê re, welatên rojava cezayên xwe yên li dijî Rûsyayê zêde kirin.

Back to top button