Mîthat Sancar: Bi tifaqa Demokrasiyê em dikarin ji vê rewşê rizgar bibin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser bandora polîtîkayên şer a li ser gel û got,

Eger em tifaqa demokrasiyê ava bikin, em ê ji van hemûyan rizgar bibin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî 4. Kongreya Asayî ya xwe ku 23’ê Sibatê lidar xist, yekemîn civîna koma xwe ya li meclîsê pêk anî.

Hevserokê nû yê HDP’ê Mîthat Sancar li civînê axivî û destpêkê spasiya Hevserokê dîlgirtî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê berê Sezaî Temellî kir.

Mîthat Sancar bal kişand ser zext û zordariya desthilatdariya AKP-MHP’ê û destnîşan kir ku rizgariya ji vê desthilatdariya zordar bi têkoşînê dibe.

Werin em bi hev re tifaqa demokrasiyê ava bikin.

Em nirxên bingehîn binirxînin û rêyeke nû ji bo welêt destnîşan bikin.

Werin em li hev kom bibin û dawî li vê rêveçûnê bînin.

Bi rengekî wekhev û azad em bimeşin.

Bi vî rengî em dikarin dawî li polîtîkayên şer û talanê bînin, dawî li rijandina xwînê bînin.

Mîthat Sancar:Derfeta me ya avakirina tevgera aştiyê heye

Sancar polîtîkayên şer ên desthilatdariyê rexne kir û got:

“Em dizanin dema şer dest pê bike yên ewil mexdûr dibin feqîr in.

Hem zarokên xwe hem jî keda xwe winda dikin.

Ji ber vê yekê divê em kedkar, jin û ciwan bi hêz ji şer re bêjin na.

Em dibêjin ku derfetek me yê herî baş û bi hêz em aştiya Rojhilata Navîn pêk bînin heye.

Sancar bang li hemû gelên Rojhilata Navîn ku bûne mexdûrên şer tevgerek aştiyê ya herî bi hêz ava bikin.

Hevserokê giştî yê HDP: Krîza penaberan krîza mirovatiyê ye

Sancar bertek nîşanî polîtîkayên dewletê yên bikaranîna penaberan da û ev tişt anî ziman:

Qey mirov dibêje penaberan şer derxistiye û niha wan kirine amûra destê xwe û hemû berdêl bi wan didin razandin.

Krîza penaberan krîza mirovatiyê ye.

Penaber bûne mijara bazarê.

Nav û cihê çareseriyê û navê hêviyê ji bo penaberan aştî ye.

Hevserokê giştî yê HDP:Li her deverê aştî

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:

Em dibêjin li Rojhilata Navîn aştî û li welat aştî.

Pirsgirêk bi şer nayê çareserkirin.

Heta ku şer pêk were û aştî pêk neyê wê li ser vê axê êş hebe û hêsir bibarin.

Back to top button