KCD:Divê PDK dev ji hevkariya xwe ya bi Tirkiyê re berde

Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê êriş şermezar kir û bang partiyên başûrê Kurdistan kir ku dev ji hevkariyên xwe yê dijmin berdin û di sedsala Lozanê de hêviya kurdan a yekîtiyê neşkikînin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî şehîd xistinina welatparêzê kurd Huseyên Arasan daxuyaniyek da û got:

“Ev êrîşên rejîma faşîst yên ku bi piştgirî û hevkariya PDK’ê pêk tên,

PDK, li şûna ku statuya başûrê Kurdistanê biparêze heremê ji rejima faşist re statuyê çêdike, başûrê kurdistan xistiye cihê reşkûjiyê.

Di êrişên li ser başûr de PDK bûye şîrikê rejîma faşist û ji ber wî rê neda bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolîn kirin.

Rejîma faşîst, bi êrişên hewayî û bi alîkairya PDK’ê hewildide ku Şengalê bû statû bihêle, PDK li ser daxwaza tirkiyê wargeha mexmûrê ambargo daniye û daku wargehê valabikin.

Heman rewş li Rojava jî ber bi çavan e. hin partiyên girêdayî PDK’ê jî disa bi tiriyê re hevkarin û li dijî şoreşê kardikin.

KCD’ê bang PDK’ê kir ku dev ji xiyaneta xwe berde û di sedsala Lozanê de hêviya kurdan a yekîtiyê neşkikînin.

Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamya Hûseyîn Araslan şehîd bû

Back to top button