“Konferansa Jinên Ciwan ji bo Rêber Apo” li dar ket

Yekitiya Jinên Ciwan “Konferansa Jinên Ciwan ji bo Rêber Apo” li dar xist. Di encamnameya Konferansê de hate gotin ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber APO wê têkoşîn were mezinkirin. Jina di dawiya konferansê de soza şopandina rêya şehîdan dan.

Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma “Jin, jiyan azadî serbixe azadî” “Konferansa Jinên Ciwan ji bo Rêber Apo” li dar xist.

Konferans li hola Lazord a Tebqayê pêk hat.

Nûnerên Yekitiya Jinên Ciwan ji seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Jînda Yusif peyama Rêxistina Jinên Ciwan xwend.

Piştre der barê jiyana Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna wî ji bo rizgarkirina cîhanê ji koletiyê û fikrê kapîtalîst, pêşkêşkirina projeya neteweya demokratîk de sinevizyonek hate pêşandan.

Ji bo azadiya Rêber Apo jinan soza xurtkirina têkoşînê dan

Her wiha di konferansê mijara azadiyê, zayendperestî, rêbazên xilasiya ji vê hişmendiyê,

Ji bo civakê têgeha azadiyê tê çi wateyê û azadî li gorî fikrê Rêber Abdullah Ocalan çi ye, hatin nîqaşkirin.

Beşdarên konferansê têkildarî van mijaran, nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû ku xalên wê wiha ne:

  • Ji bo belavkirina fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mezinkirina têkoşînê.
  • Ji bo belavkirina hişyariyê lidarxistina dewreyên vekirî û girtî.
  • Ji bo nîqaşkirina dozên jinan, veqetandina cihekî da ku jin lê kom bibin.
  • Praktîkirina komîteyên parastina cewherî.
  • Lidarxistina çalakiyan li dijî tundiya li ser jinan.
  • Ji bo parastina hawîrdorê, meşandina kar û xebatê û lidarxistina semîneran.
  • Praktîkirina komîteyên çand û hunerê yên jinan.
  • Di semîneran de balê bê kişandin ser rêbazên têkoşîna zayendî û xurtkirina hezkirina jinê.
  • Vekirina kampên jineolojiyê.
Back to top button