Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê: PDK rastiyan berevajî dike

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi daxuyaniyekê bal kişand li ser pêla berfireh ya berevajîkirina rastiyan a ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK’ê ku li dijî Tevgera Azadiyê daye destpêkirin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê derbarê şerê taybet ya ku PDK’ê li ser bingehê berevajîkirina rastiyan dimeşîne daxuyaniyek da.

Daxuayniya KCK’ê wiha ye:

PDK’ê dest bi pêlekî berfireh ya berevajîkirinê kiriye.

PDK ji bo nixumandina hemû sûcên netewî û siyasî yên li hemberî gelê Kurdistanê dest diavêje pêkanîna hemû cûre provakasyon û berevajîkirinê.

Ji tawanbarkirinê ya bûyera kuştina berpirsê xala sînorê Serzêrê (ku HPG’ê ew derewand) bigre heya nûçe û raporên bê bingeh yên derbarê tevgera me, hewl dide ji bo plana qirêj a pêşerojê bingeh ava bike.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê: Tu rastiya nûçeyên medyaya PDK’ê nîne

KCK’ê diyar kir nûçeya dawî, ku qaşo komek girêdayî tevgera me destgîr-kirine ti bingehekî wê ya rastiyê nîne û bi temamî dûre ji rastiyê.

Nûçeya têkildarî vê mijarê bi alîkarî û hemahengiya dezgeha sîxorî ya MÎT’ê hatiye çêkirin û armanca wê ew e ku ji bo rewatiyê bidin êrîşên li ser tevgera me, bingehê amade bikin.

Raya giştî ya gelê Kurdistanê baş dizane ku di dema tengasiyê de û di dema êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser hebûna gelê Kurd li Başûr, kê Başûr parast û kê gel terikand û revî?

KCK’ê di dewamê de weha got:

Tevgera Azadîxwaziya Gelê Kurdistanê, parastina hebûn, azadî, aramî û asayîşa gelê Kurdistanê li hemberî êrîşa dagirker, weke erkê netewî û exlaqiya xwe dizanin.

Bi sedan hevalên me yên gerîla ji bo parastina gelê Başûr ji Şengalê bigre heya Hewlêrê canê xwe fedakirin û fermandeyên wek Zekî Şengalî, Egîd Civyan û Têkoşer Gewer şehîd bûn.

KCK’ê dazanîn ku gerîla di misogerkirina ewlehî û asayîşa herêma Kurdistanê rola pêşengî lîstiye û weha bi dawî kir:

Pêwîste bê zanîn hêzên ku asayîşa herêma Kurdistanê dixin nav metirsiyê, PDK û dewleta Tirk e.

Di encama plana hevbeş a dagirkeriyê ya her du hêzan de ye ku rojane dengê teqîna bombe, top û fûzeyên Tirkiyê li çiya û dolên Kurdistanê kêm nabe.

Her wiha PDK’ê jî mîna desthilata Erdogan pêlekî ya girtin, revandin, zindanî-kirin, tirsandin û ji her alî ve zext li ser rojnamegeran, mamaosta, çalakvan û kesayetên muxalîf bi rêvedibe û ewlehî û asayîşa welatiyan têk dide.

Back to top button